• Wednesday, 03 July 2024
logo

Amerîka dorpêç danî ser Tirkiyeyê

Gulan Media December 15, 2020 Nûçe
Amerîka dorpêç danî ser Tirkiyeyê
Kerta pîşesaziya berevaniya Tirkiyeyê dorpêç kir.

Di çaroveya proje qanûna bûdceya berevanî ya Amerîkayê de yaku bi piraniya dengan hatibû pejrandin, Amerîka dorpêçên çavlirê danî ser Tirkiyeyê.

Di proje qanûna han de yaku dihat payîn Serokê Amerîkayê vîto bike, lê jiber ku di kongrêsê de bi piraniya dengan hatibû pejrandin, nikarî vîto bike, jiber qirîza S400an dorpêç li ser Tirkiyeyê jî hene.

Îşev Amerîka di çarçoveya heman qanûnê de, weke yekem pêngav asta herî nizim û sivêk ya dorpêçan danî ser kerta pîşesaziya Tirkiyeyê.

Tê gotin ku di pêşerojê de Amerîka hîn dorpêçên din bixe ser Tirkiyeyê.
Top