• Wednesday, 03 July 2024
logo

Du welatên din yên Erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal dikin

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Du welatên din yên Erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal dikin
Siûdiye jî di serdema Trump de têkiliyên xwe normal dike.
Eman yek ji wan welatan e.

Çapemeniya Îsraîlê belav kir ku di çarçoveya prosesa normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û welatên Erebî de, biryare piştî welatê Mexrîbê, du welatên din yên Erebî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re normal bikin.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, biryare Eman di rojên pêşiya me de têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal bike û beriya bi dawî hatina dema Serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Siûdiye jî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal bike.

Weke tê zanîn di destpêka salê de Trump projeyek bi navê aştiya sed salê bo Rojhilata Navîn ragihandibû û di çarçoveya projeya han de gelek welatên Erebî têkiliyên xweli gel Îsraîlê noram kirin û hefteya derbasbûyî jî Mexrîb weke welatê dawî, têkiliyên xwe li gel Îsraîlê Normal kir.
Top