• Wednesday, 03 July 2024
logo

James Jeffrey: Lihevhatina YPG û Enqerê hertim gengaz e

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
James Jeffrey: Lihevhatina YPG û Enqerê hertim gengaz e
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê bo Sûriyê yê berê, James Jeffrey ragihand, lihevhatina navbera YPG û HSDê li gel Tirkiyê hertim gengaz e. Jeffrey herwiha diyar kiriye, ew hêvî dikin danûstandinên navbera ENKS û PYDê

Jeffrey di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şerq el Ewset de ku îro hatiye belavkirin, li ser pirsa hewldanên lihevhatina di navbera YGPê û Tirkiyê de bersiv daye ku wî pêştir behsa lihevhatineke di navbera YPGê û Tirkiyê de nekiriye, berevajî behsa lihevatineke di navbera PYD, ENKS û Pêşmegeyên Rojava de kiriye û amaje bi wê yekê daye, ku danûstendinên navbera aliyên Kurdî hê jî didomin.

James Jeffrey diyar kiriye ku ew danûstandinan peyamek e bo Tirkiyê jî û destnîşan kiriye,“ Em dixwazin ji Tirkiyê re bidin nîşandan ku PKK û YPG dê hemû Kurdan kontrol nekin.

Derbarê egera lihevatineke di navbera HSD/YPG û Enqerê de, Jeffrey ramanên xwe aniye ziman û diyar kiriye, “Ev hertim gengaz e. Wek ku hûn jî dîroka wê dizanin di navbera 2014 û 2015an de li Duhokê gelek hevdîtin hatibûn kirin.”

Jeffrey li ser hejmara serbazên Amerîkayê yên li Sûriyê got ku hêzeke wan ya biçûk heye piştigiriya HSDê dikê ji bo DAÎŞê têk bibin. Her wiha bi hêzên bejayî û esmanî yên ku li wê derê ne, dixwazin rê li ber Esed, Îran û Rûsyayê bigrin ji bo wê heremê kontrol nekin.

James Jeffrey herwiha daye xuyakirin, ku niha Sûriye li ser 3 navçeyên cuda yên cihê nifûzê, navçeya di kontrola hikûmeta Sûriyê de, navçeya di kontrola Tirkiyê û komên çekdar de, navçeya di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye dabeşkirin û ji bilî wan navçeyan, binkeya leşkerî ya El Tenef jî heye û tekez kiriye, cudahiya herî sereke di navbera wan navçeyan de ev e ku hatin û çûn di navbera wan navçeyan de nîne.

Jeffrey amaje bi rewşa Idlibê jî kiriye û diyar kiriye, ji ber ku di navbera 20 heta 30 hezar serbazên Tirkiyê li Idlibê hene, ew dûr dibîne ku hêzên hikûmeta Sûriyê di demeke nêzîk de êrîşî wê navçeyê bikin.


Rudaw
Top