• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şanda Kurdistanî li gel du wezîrên Îraqê dicive

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Şanda Kurdistanî li gel du wezîrên Îraqê dicive
di rojên derbasbûyî de li gel Serokwezîr jî civiya bû.
Li gel wezîrê petrol û darayî dicive.

Biryare îro li Bexdayê şanda Kurdistanî yaku ew çend roje li Bexdayê ye, li gel her du wezîrên petrol û darayî yên Îraqê bicive.

Di civînê de ku biryare nuner û rayedarên kompaniya firotina petrola Îraqê Somo jî tê de beşdar bin, Bexda û Hewlêr giftûgo li ser çawetiya firotina petrola Kurdistanê bi rêya kompaniya Somo were kirin.

Şanda Kurdistanî di rojên derbasbûyî de çend civînên din li gel rayedarên Îraqî lidar xistibû û duhê jî li gel Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê civiya bû.

Top