• Wednesday, 03 July 2024
logo

Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek şehîd bûye

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek şehîd bûye
Ji ber şerê şeva bihorî di navbera PKKê û Hêzên Pêşmerge de li nêzîk qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê, pêşmergeyek şehîd bûye ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye û biryar e termê wî li bajarê Zaxo bê veşartin.

Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketiye û teqe hatiye kirin.

Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest daye.

Bedel Bendî, Fermande ji Leşkerê Roj ji Rûdawê re ragihand, “pêşmergeyê ku di bûyera şeva derbasbûyî de şehîd bûye, navê wî Ebdurehan Emîn e û pileya wî Mulazim Yekem û xelkê Bakurê Kurdistanê ye.”

Bedel Bendî herwiha got, “biryar e termê wî pêşmergeyî îro li bajarê Zaxoyê bê veşartin.”

Zêdetirî mehekê ye li çend navçeyên sînorê Duhokê, Hêzên Pêşmerge li çend cihên nû hatine bicihkirin û ji ber liv û tevgerên Hêzên Pêşmerge û danîna xalên nû, di navbera Pêşmerge û PKKê de alozî derketiye.

Berî mehekê jî li bajarokê Çemankê yê ser bi Amêdiyê ve, di encama êrîşeke PKKê de pêşmergeyek şehîd bibû û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Rudaw
Top