• Wednesday, 03 July 2024
logo

Wezîrê Tenduristiyê: Kêmbûna Koronayê nayê wê wateyê em dest ji xweparêziyê berdin

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Wezîrê Tenduristiyê: Kêmbûna Koronayê nayê wê wateyê em dest ji xweparêziyê berdin
Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê dibêje, rast e amarên pêketin û mirinê yên Koronayê kêm bûne lê ev nayê wê wateyê em dest ji xweparêzî û bicîhanîna şîretan berdin.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî ji BasNewsê re got, vîrusa Koronayê hîn li cîhanê nehatiye jinavbirin. Mirov nikare bêje xilas bûye lê rêjeya belavbûna wê kêm bûye. Li Herêma Kurdistanê jî rêjeya belavbûna wê kêm bûye lê ev nayê wê wateyê ku wealtiyên me dest ji xweparêzî û bicîhanîna şîretan berdin. Em her dem amade ne rûbirûyî Koronayê bibin.

Dr. Saman Berzencî her wiha got, serokê hikûmeta Kurdistanê ji destpêka belavbûna Koronayê ve di xema xelkê Kurdistanê de bûye û tedbîrên pêwîst li hember belavbûna vîrusê da girtin.

Wezîrê tenduristiyê bang li welatiyan kir, hindî ji destê wan tê xwe biparêzin û di bicîhanîna şîretên tenduristiyê de jî xemsariyê nekin.

Basnews
Top