• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rêveberê Geştyariya Duhokê bi Coronayê canê xwe ji dest da

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Rêveberê Geştyariya Duhokê bi Coronayê canê xwe ji dest da
Rêveberê Giştî yê Geştyariya Duhokê, Ubeydullah Dawûd ku emek dirêj bû bi vîrusa Coronayê ketibû, îro danê sibehê li nexweşxaneyeke Duhokê canê xwe ji dest da.

Ubeydullah Dawûd beriya 55 rojan bi vîrusa Covid-19 ketibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro Duşemê demjimêr 02:00 ji ber xirabiya rewşa tendirustiyê li Nexweşxaneya Vîn a Taybet li Duhokê jiyana xwe ji dest da.

Birêveberê Cîbicîkar li Rêveberiya Giştî ya Geştyariya Duhokê, Şemal Hirûrî jî ji Rûdawê re got, Ubeydullah Dawûd destpêkê bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatibû veguhastin, piştî 20 rojan rewşa tendirustiya wî baştir bû, piştre ew veguhastin Duhokê, lê piştî çend rojan careke din û ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî, jiyana xwe ji dest da.

Termê Rêveberê Giştî yê Geştyariya Duhokê îro li Goristana Şaxkê ya bajarê Duhokê tê veşartin.

Ubeydullah Dawûd sala 1964an li bajarê Duhokê ji dayik bûbû, zewicî bû û pênc zarokên wî hene. Pêştir çendîn postên hizbî û hikûmetê wergirtibûn. Di sala 2012an de wek Rêveberê Giştî yê Geştyariya Duhokê hatibû erkdarkirin.

Îsal di çarçoveya guhertinên di rêveberiyên parêzgeha Duhokê de, Xeyrî Elî Osê weke Rêveberê Giştî yê Geştyariya Duhokê yê nû hatiye destnîşankirin û biryar e di demeke nêzîk de dest bi karê xwe bike.

Rudaw
Top