• Wednesday, 03 July 2024
logo

Parlamentoya Kurdistanê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê aşkere kir

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Parlamentoya Kurdistanê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê aşkere kir
Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li sînorî herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, beta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.

Şaxewan Reûf, Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja şemiya bihorî ve hin xwepêşandan û kombûn li Raniye û Kelar û Germiyanê hebûne, lê li gor rojên din aramtir bûye.”

Şaxewan Reûf diyar kiriye, di xwepêşandanên doh de hejmarek kes ji ber bikaranbîna gaza rondikrêj birîndar bûne, û birîndariya wan bi sedema fîşekan nebûye.

Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê, amara dawîn a qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî li sînorê Silêmanî û Helebceyê aşkere kir û got, “Di xwepêşandanên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.”

Rojek pêştir Seroka Fraksyona Goran li Parlamentoya Kurditsanê, Gulistan Seîd ji Rûdawê re gotibû, “di xwepêşandanan de 10 kes şehîd bûne û 60 kes birîndar in. Hêj hejmarek kes di nava zindanan de mane û hêj nehatine berdan.”

Seroka Fraksyona Goranê herwiha destnîşan kiribû, ku parlamenter dikarin şerê ser cadeyê bibin nav parlamentoyê û tekez kiribû, nabe hikûmet tenî hizir li wê yekê bike ku Bexda pereyan naşîne, “divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana xwe hebe.”

Derbarê hejmara xwepêşanderên desteserkirî de jî, Şaxewan Reûf da zanîn, “hejmark ji rêkxer û xwepêşander hatine desteserkirin, rojane girtin heye û ew yek berdewam e, ku bo dema rojekê yan çend rojan tên desteserkirin û paşê tên berdan”. Bi gotina Reûf, ew weke Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî, bi armanca azadkirina kesên desteserkirî, li gel aliyên peywendîdar di nav atêkiliyan de ne.

Roja Înê 11ê Kanûna 2020, li bajarê Silêmaniyê li gel destpêkirina xwepêşandanan, hejmarek ji rêkxerên xwepêşandanê hatin desteserkirin, ku Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn û Peyman Izedîn parlamneterên berê yên Goranê û çend çalakvan di nava wan kesan de bûn û doh hatin berdan.

Roja Pêncşemê 10ê Kanûnê li ser daxwaza Kongreya Dengên Nerazî, ku ji hejmarek parlamenterên berê yên Herêma Kurdistanê û çalakvanan ve pêk tê, hatibû daxwazkirin ku roja Înê 11ê Kanûna 2020an li bajar û navçeyên cuda xwepêşandan bê kirin, tevî ku Komîteya Bilind a Ewlehiyê li parêzgeha Silêmaniyê hişyariyek tund da, lê xwepêşandan li piraniya navçeyên Helebce û Silêmaniyê hat kirin.

Rudaw
Top