• Wednesday, 03 July 2024
logo

Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya hat damezrandin

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya hat damezrandin
Îro li Hewlêrê Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya yekemîn kongreya xwe saz kir û berpirsê peywendiyên vê komeleyê jî dibêje, ew dixwazin di sê warên “pizîşkî, akademîk û hunerî” de xebatan bikin.

Hunermend Mahîr Emîn, Berpirsê Peywendiyên Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya ji Rûdawê re ragihand, dema salekê ye ew li gel hin kesên Îtalî di peywendiyê de ne ji bo avakirina komeleyeke sivîl, ku dûrî siyasetê be û li pey qezencan nebe, “herî dawî û piştî temambûna proseyên îdarî, îro komele hat damezrandin û yekemîn kongreya xwe li bajarê Hewlêrê lidarxist û di kongreyê de serok, cîgirê serokê û desteya rêvebirinê hatin hilbijartin.”

Mahîr Emîn diyar kir, pêştir di rêya têkiliyên kesî ve wan bi kesên Îtalî re gelek kar kirine, weke sazkirina peywendiyên akdemîk di navbera zanîngehên Kurdistanê û Îtalyayê de, şandina nexweşan ji Kurdistanê ve bo Îtalya ji bo dermankirinê û çend warên din.

Bi gotina Mahîr Hesen, ew dixwazin di pêşerojê de “tevî karkirina di herdu warên pizîşkî û akademîk de, di warê hunerî de jî peywendiyeke xurt li gel Îtaliyan di warê hunerî de jî bikin”, ji ber ku bi gotina wî, Îtalya li cîhanê wek “dayika opera û landika hunerê” tê naskirin.

Desteya Damezrêner a Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya ji 10 kesên Kurd û 5 kesên Îtalî pêk tê û biryar e di demeke nêzîk de ew komele şaxa xwe li Roma ya paytexta Îtalyayê veke.

Rudaw
Top