Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya hat damezrandin
![Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya hat damezrandin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552610Image1.jpg )
Hunermend Mahîr Emîn, Berpirsê Peywendiyên Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya ji Rûdawê re ragihand, dema salekê ye ew li gel hin kesên Îtalî di peywendiyê de ne ji bo avakirina komeleyeke sivîl, ku dûrî siyasetê be û li pey qezencan nebe, “herî dawî û piştî temambûna proseyên îdarî, îro komele hat damezrandin û yekemîn kongreya xwe li bajarê Hewlêrê lidarxist û di kongreyê de serok, cîgirê serokê û desteya rêvebirinê hatin hilbijartin.”
Mahîr Emîn diyar kir, pêştir di rêya têkiliyên kesî ve wan bi kesên Îtalî re gelek kar kirine, weke sazkirina peywendiyên akdemîk di navbera zanîngehên Kurdistanê û Îtalyayê de, şandina nexweşan ji Kurdistanê ve bo Îtalya ji bo dermankirinê û çend warên din.
Bi gotina Mahîr Hesen, ew dixwazin di pêşerojê de “tevî karkirina di herdu warên pizîşkî û akademîk de, di warê hunerî de jî peywendiyeke xurt li gel Îtaliyan di warê hunerî de jî bikin”, ji ber ku bi gotina wî, Îtalya li cîhanê wek “dayika opera û landika hunerê” tê naskirin.
Desteya Damezrêner a Komeleya Dostatiya Kurdistan-Îtalya ji 10 kesên Kurd û 5 kesên Îtalî pêk tê û biryar e di demeke nêzîk de ew komele şaxa xwe li Roma ya paytexta Îtalyayê veke.
Rudaw