• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kerkûk - Îro dema ku artêşa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane dabû kurdan bi dawî tê

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Kerkûk - Îro dema ku artêşa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane dabû kurdan bi dawî tê
Îro ew dem bi dawî tê, ku Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Seied Herbiye ji xelkê gundê Pelkane re diyar kiribû daku gundê xwe ji bo erebên hawirde vala bikin.

Lê Cîgirê Serok Parlamentoya Iraqê têkilî vê bûyerê bû û komîtek ji bo şopandina rewşê pêk aniye. Îro ev komîte serdana Kerkûkê dike û Beşîr Hedad hişyarî da Fermandarê Operasyonên Kerkûkê daku hêzên leşkerî nêzîkî gundê Pelkane nebin.

Dr. Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Perlemana Iraqê derbarê rewşa gundê Pelkane de ji Rûdawê re ragihand: “Bi ti awayî derbasbûna hêz û polîs û hêzên operasyonan bo nav gund nayê qebûlkirin. Lewma me pêştir jî me ew yek li gel wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê yekalî kiriye ku bi ti awayekê rê bi destwerdana serbazî û polîsê Federalî nayê dan. Ev mijareke yasayî ye û pêwîst e bi awayekê yasayî û destûrî bê çareserkirin.”

Ev bûyer di demekê de tên ku ji 16 Cotmeha 2017 an de heta niha gelek caran alozî di navbera kurdên nişteciyên deverê û Erebên hawirde de derketiye.

Nakokî di navbera wan de li ser zeviyên wan navçeyan gihiştiye astê şer. Perlemanter jî ji aliyê xwe ve vê yekê wek erebkirineke nû bi nav dikin.

Cemal Şukur, Endamê Perlamentoya Iraqê dibêje: “Komek belge li cem xelkê hebûn, me bi xwe jî li gor yasayê komek belge li cem me bûn. Piştî ku me konferansa rojnamevanî kir, piştre em dê rûnin û em dê hinek nivîsan bikin…, xuya ye ewa ku hatiye kirin, hinek ji wan li Regeznameya Kerkûkê û li Rêveberiya Çandiniya Kerkûkê hatine sextekirin. Sibê em dê şopandina vê yekê bikin û em dê rûbirûyê Desteya Destpakiya Iraqê bikin.”

Gefa Seid Herbiye li dijî kurdên niştecihê gundê Pelkane rastî bertekên tund hat.

Nasir Herkî, Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, piştî serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê rewşa gund şopand û piştî hewldanên hemû aliyan û fişara li ser Bexdayê, şeva bihorî Seid Herbiye ji wî re gotiye, “artêşa Iraqê Duşemê li gundê Pelkane ti liv û tevgeran nake.”

Gundê Pelkane ji 76 malan pêk dihat, jiber alozî û hereşeyên Erebên hawirde û hêzên emnî yên Iraqê, niha tenê 50 mal li gundê ser bi nahiya sergerdan mane.

Ji bilî Pelkanê, herwiha Ereb pirsgirêkan jibo kurdên nişteciyên navçeyên ser bi Şax, Gabereke, Şenaxe û çendîn navçeyên din ên Kerkûkê çê dikin.

Rudaw
Top