• Wednesday, 03 July 2024
logo

Tirkiye hêzên xwe ji navendeke din vekêşan

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Tirkiye hêzên xwe ji navendeke din vekêşan
ala rejîma Esed li ser navendê hatiye hildan.
Ew du mehe Tirkiye ji xalên çavdêriya leşkerî vedikêşe.

Li gor nûçeyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku bi SOHR tê nasîn, îro careke din Tirkiye xaleke din ya çavdêriya leşkerî ya li Îdlibê vala kiriye.

Li gor daxuyaniya SOHRê Tirkiye hêzên xwe ji xala çavdêriya leşkerî ya Goranî ya li ser rêya navnetewiya M5 vekêşan û alaya rejîma Sûriyeyê li ser navenda han hatiye hildan.

Weke tê zanîn ew du mehe Tirkiye dest bi vala kirina navendên leşkerî yên xwe yên ku veke xalên çavdêriya leşkerî li Îdlibê ava kiribû.
Top