Wezareta Navxwe: Heşda Şeibî dibêje haya me ji avakirina Heşda Kurdî tune ye
![Wezareta Navxwe: Heşda Şeibî dibêje haya me ji avakirina Heşda Kurdî tune ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552608Image1.jpg )
Roja Şemiyê 12ê Kanûna 2020an hat ragihandin, ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê hêzeke Kurdî bi navê Heşda Kurdî hatiye avakirin ku ew bi xwe dibêjin, ser bi Heşda Şeibî ve ne, baregeha wan li gundê Çexmaxe ya Dubizê ye û ji 150 xortên Kurd pêk tê. Fermandarê wê hêza Kurd, kesek bi navê Cebar Xazî ye ku pêştir Fermandarê Istixbaratê Pêşmerge bû li Dûbizê.
Têkildarî pêkanîna wê hêzê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 13ê Kanûnê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Heşda Şeibî dibêje haya wan ji pêkanîna hêzeke Kurdî ya bi vî rengî li Kerkûkê nîne.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “têkildarî belavbûna nûçeyekê de ku li dezgehên ragihandinê derbarê çêkirina hêzeke çekdar a Kurd de li sînorê parêzgeha Kerkûkê ku qaşo ser bi Heşda Şeibî ve ye, em ji raya giştî re radigihînin ku piştî belavbûna vê nûçeyê, me ji bo lêkolîna li ser mijarê peywendî bi Serokê Desteya Heşda Şeibî kir.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ku wan têkildarî mijarê peywendî bi Serokê Desteya Heşda Şeibî kiriye û destnîşan kiriye, “Desteya Heşda Şeibî tekez kiriye ku ti hêzeke ser bi Heşda Şeibî bo Kurdistan yan navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nayê avakirin û haya wan ji avakirina ti hêzeke bi vî rengî li parêzgeha Kerkûkê nîne.”
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, Serokatiya Desteya Heşda Şeibî gotiye, ku ew derbarê mijarê de lêkolînê dikin û diyar kiriye, Heşda Şeibî ev yek jî zelal kiriye, ku “eger her pêngavek ji bo avakirina hêzeke wiha hatibe avêtin, Serokatiya Desteya Heşda Şeibî dê kar bike ji bo hilweşandina wê.”
Cebar Xazî, kesê ku xwe weke Fermandarê Fewca Heşda Kurdî daye naskirin, doh di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, “Fewca Heşda Kurdî, mûçe, çek û pêwîstiyên serbazî û fermanan ji Heşda Şeibî werdigire.”
Ji sala 2003an ve heta sala 2014an û dema êrîşên DAIŞê, Kerkûk bi awayekî hevbeş ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve dihat birêvebirin, lê dema ku DAIŞê berê xwe da Kerkûkê û xwest vî bajarî kontrol bike, Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê çûne nav sînorê parêzgehê û kontrola piraniya axa parêzgehê heta sînorê qezaya Xormatûyê bo dema 3 salan kete jêr kontrola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewş li Kerkûkê guherî û kontrola parêzgehê kete bin kontrola hêzên ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî jî li parêzgehê bicih bûn. Ji wê demê ve Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê neman û rêveberî ji destê Herêma Kurdistanê derket.
Rudaw