• Wednesday, 03 July 2024
logo

Çîroka her sê kesên bûne armanca êrişa firokeyên Tirkiyê

Gulan Media December 13, 2020 Nûçe
Çîroka her sê kesên bûne armanca êrişa firokeyên Tirkiyê
Li nêzikî gundê Zêweşkan 3 kesên xelkê devera Nêrwe bûne armanca bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê û canê xwe ji dest dan.

Ew her sê kes berî çend rojan çûbûn wê deverê û ji malbatên xwe re ragihandibûn ku dê hinekê mijûl ibn û paşê vegerin, lê paşê telefonên wan hatin birîn û peywendiya li gel wan qût bû.

Li ser vê yekê malbatên wan li pey her sê kesan diçin û diyar dibe ku bûne armancva êrişa firokeyên Tirkiyê û canê xwe ji dest dane û

Xelkê bi piyan ku 8 demjimêran berdewam kir ew term gihandin nahiya Dêrelukê nav kesûkarên wan. Nêzikî 30 kes çûbûn bo lêgerînê û ew term anîn xwarê.

Erselan Mihemed, kesukarên qurbaniyan, dibêje, “Dema em çûn, me dît ku her sê cenaze li wir in û bêserûber in. Rê gelek nexweû bû, me zhemeteke mezin dît heta me anîn.”

Mihsin Hacî Spêrî 64 salî, Hesen Sadiq Zêrî 56 sal, Sefer Selîm Sînî jî 54 salî bû û ev 9 roj bûn bêserûçûn bûn.

Ew kes berî niha jî diçûn wan deveran lê piştî ku peywendî li gel wan nehat danîn, guman bo kesûkarên wan çê bû û piştî çûn cihê bûyerê dîtin ku berî çend rojan bûne armanca firokeyan.

Piştî ku her sê term bi zehmeteyeke mezin ji aliyê gundiyan ve ji cihê bûyerê bo nava nahiya Dêrelukê hatin veguhastin, termê Mihsin Hacî Spêrî û Hesen Sadiq Zêrî li Dêrelukê û termê Sefer Selîm Sînî jî li Duhokê hat veşartin.

Yûsif Sadiq, birayê yek ji wan şehîdan, dibêje, “Ew diçûn, dema diçûn her telefon dikirin, lê vê carê tenê telefon kir û piştî wê telefon nekir.”

Her sê qurbanî kesukarîn îk buyne û çendîn caran pêkve çuyne wan Deveran, çarenvîsê wan jî bu ew ku pêkve jyana wan bdumahî bêt.

Her sê qurbanî kesûkarên hev bûn û çendîn car bi hev re çûbûn wan deveran û çarenivîsa wan jî ew bû ku jiyana wan bi hev re bi dawî were.

Rudaw
Top