• Wednesday, 03 July 2024
logo

Parlementoya Erebî piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike

Gulan Media December 13, 2020 Nûçe
Parlementoya Erebî piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike
Parlementoya Erebî piştevaniya xwe bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û daxwaz kir pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Parlementoya Erebî di civîna xwe ya duhî de li ser rewşa Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Parlementoya Erebî piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê bo nehîştina arîşe û nakokiyan dike.

Parlementoya Erebî, ku ji nûnerên tevahiya welatên erebî pêk hatiye û hejmara endamên wê jî 88 kes in, daxwaz ji welatên erebî kiriye pêwendiyên xwe bi Iraqê re xurt bikin.

Basnews
Top