Hewlêr û Bexda tekezî li ser cîbicîkirina yasaya deynan dikin
![Hewlêr û Bexda tekezî li ser cîbicîkirina yasaya deynan dikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552490Image1.jpg )
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku di civînê de pêbendbûna bi cîbicîhkirina yasaya tejîkirina kurtanîna darayî hatiye gotûbêjkirin.
Hevdem Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ji Rûdawê re got: “Civînên şanda danûstandinê ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê berdewam in û piştre encaman eşkere dikin.”
Herwiha Hoşyar Ebdullah, Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraq jî tekez kir ku, “Keşûhewaya civînê gelek erênî bû.”
Di benda taybet bi pişka Herêma Kurdistanê di yasaya tejîkirina kurtanîna darayî ya sala 2020ê de, tê gotin: “Pişka Herêma Kurdistanê ji hemû xerciyên rasteqîne tê diyarkirin, piştî veqetandina xerciyên serwerîyê, ku di yasaya budceya 2019ê de hatiye diyarkirin, bi mercekî hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî radestkirina dahata petrola hinardekirî, ligel radestkirina dahatên derveyî petrolê be, eger Herêma Kurdistanê pêbend nebe, wê demê nabe xercî jêre bên şandin.”
Pişka Herêma Kurdistanê Ji Budceya Federalî ya 2021ê wiha ye; Pişka Herêma Kurdistanê %12.67 dibe, Herêma Kurdistanê rojane dahata 250 hezar bermîl petrola xwe dide Iraqê, Herêma Kurdistanê %50ê dahata deriyên sînor û gumrikê radestî hikûmeta Iraqê dike, Tê pêşbînîkirin pişka Herêma Kurdistanê ji budceya 2021ê mehana bigihe 700 heta 800 milyar dînar.
Biryar e Encûmena Wezîrên Iraqê Sêşemba bê 15ê Kanûna 2020ê projeya budceya 2021ê gotûbêj bike, ku tê pêşbînîkirin bigihe 90 milyar dolar, dahat jî nêzîka 55 milyar dolar be, hevdem zêdeyî 30 milyar dolar kêmbûn hebe.
Rudaw