Serok Barzanî pêşwazî li şandeyê taybet ê Serokê Filistînê kir
![Serok Barzanî pêşwazî li şandeyê taybet ê Serokê Filistînê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1607799374SEROK-BARZANI.jpg )
Di hevdîtinê de ku Nezmî Hizûrî Konsolê Filistînê li Hewlêrê amade bû, Şandeya Taybet ya Serokê Filistînê silavên taybetî yê Mehmûd Ebas Serokê Filistînê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Filistîn û gelê Kurdistanê, sosretmayina xwe jî bi geşbûna Herêma Kurdistanê ya li deh salên derbasbûyî de nîşan da û ragihand ji bilî hebûna kêşeyên mezin û şerê Da'îş û gefên din, lê belê Herêma Kurdistanê hengavên baş yên ber bi pêşketinê ve avêtine.Li beranber de Serok Barzanî spasî Mehmûd Ebas Serokê Filistînê kir û pêzanînên xwe ji bo piştevanî û hevsoziya gelê Filistînê û azadîxwazên Filistînê hebû ku li rojên teng da palpiştê xebata gelê Kurdistanê bûne.
Her li vê civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin nirxandin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.
K24