Ermenistan û Azerbaycan hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin
![Ermenistan û Azerbaycan hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552452Image1.jpg )
Mehek piştî rawestandina şer li Herêma Nagorno-Karabaxê, careke din Ermenîstan û Azerbaycan hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenîstanê ragihand ku careke din artêşa Azerbaycanê êrîşî du gundên başûrê Nagorno-Karabaxê kiriye û dibêje, bersiv tê dayîn lê hûrgiliyên bersivdanê nehatine eşkerekirin.
Li beramber Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Ermenî bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kirin û got, planeke serbazî ya Ermenîstanê bo êrîşkirinê hebe vê carê bi tevahî wan têkdişkînin.
Îlona îsal li ser Nagorno-Karabaxê şer di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de derket, ji herdu aliyan zêdeyî 5600 kes hatin kuştin û heta 10ê Mijdarê bi navbijêniya Rûsyayê rêkeftina agirbestê hat kirin û dawî li şer hat anîn.
Rudaw