• Wednesday, 03 July 2024
logo

Çavuşoglu: Erdogan wisa zanî helbesta Arasê ji bo Qerebaxê ye

Gulan Media December 13, 2020 Nûçe
Çavuşoglu: Erdogan wisa zanî helbesta Arasê ji bo Qerebaxê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê wê helbesta ku di navbera Tirkiye û Îranê de bû sedema krîzekê ragihand, “Erdogan wisa zanî helbesta Arasê ji bo Qerebaxê ye.”

Wezîrên Derve yên Îran û Tirkiyê peywendiyeke telefonî encam dan û mijara wê helbesta ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Azerbaycanê xwendiye gotûbêj kirin.

Di wê peywendiya telefonî de Çavuşoglu nerazîbûna xwe li hember helwesta berpirsên Îranî ya li hember Erdogan nîşan da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herweha daye xuyakirin ku Erdogan wesa hizir kiriye helbesta Araz ji bo Qerebaxê hatiye gotin û ti peywendiyeke wê bi Îranê re nîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî tekezî li ser rêzgirtina du welatan ji peywendiyên wan ên dostane kir.

Serokkomarê Tirkiyê li Bakoya paytexta Azerbeycanê helbestek xwendibû ku bi navê Aras Aras e, û weke hîmaya qutbûna Komara Azerbeycan û navçeyên Azeriyan ji Îranê tê bikaranîn, di beşeke helbestê de behsa cudakirina bi zorê ya axa bakurê çemê Arasê dike ku Îran bi axa xwe dizane.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî li hejmara xwe ya Twitterê bertek nîşanî Erdogan dabû û gotibû, ti kesî ji Erdogan re negotiye ku ew helbest derbarê cudakirina herêmên bakurê Çemê Arasê ye ji Îranê! “Gelo ew tênegihîşt ku li dijî serweriya Komara Azerbaycanê diaxive. Ti kes nikare derbarê Azerbaycana me de biaxive.”

Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihandib, ne ji mafê ti kesî ye serwerî û yekparçeya axa Îranê aramanc bike û ew jî ji bo berevaniyê li ewlekariya xwe jî dûdil nabin.

Hikûmeta Îranê Balyozê Tirkiyê yê li Tehranê vexwendibû û Wezareta Derve û Tirkiyê jî piştî vê yekê, Balyozê Îranê yê li Enqerê bangî Wezareta Derve kiribû.

Herî dawîn Parlemeterê Îranî Elî Esxer Xanî li ser Twitterê wêneyê Sedam ê dema bidarvekirina wî belav kir û got, “Birêz Erdogan, kesê ku çav berdabû axa Îranê, rewşa wî ya dawî wiha bû.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî nerazîbûn li hemberî daxuyaniyên siyasetmedarên Îranî nîşan da û got “Em axaftina kirêt şermezar dikin.”

Herwiha li bajarê Tewrûz yê Îranê xwepêşandan li pêşiya konsulxaneya Tirkiyê hat kirin.

Rudaw
Top