• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Efrînê di vê mehê de 41 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Gulan Media December 12, 2020 Nûçe
Li Efrînê di vê mehê de 41 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji destpêka vê mehê ve 41 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatine girtin û revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkariyan ragihand, heta niha di meha Kanûnê de li Efrînê 41 kes, ji aliyê grûpên çekdar yên girêdayê Tirkiyê ve hatine girtin û revandin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, di nav wan kesên hatine revandin de 4 jin jî hen.

Li gor heman çavkaniyê, gelek caran daxwaza fidye ji kes û karên girtiyan li beramberî azadkirina wan tê kirin.

Li aliyê din Tirkiyê û grûpên çekdar nahiyeya Şera li Efrînê topbaran kirin.

Li gor medyaya xwecihî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve, herdû gundên Merenaz û Elqemiye li nahiyeya Şera ya Efrînê bi tundî topbaran kirin, heya niha zanyarî derbarê ziyanan nehatine aşkerekirin.

Herwiha li gor heman çavkaniyan, Hêzên Sûriya Demokratîk hewleke grûpên çekdar bo derbasbûna nava gundewarê Eyn Îsa pûç kirine, piştî wê yekê jî rêya M4 li nêzîkî Eyn Îsa hatiye topbarankirin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Li herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Rudaw
Top