Parêzgerê Nînowa: Divê em sûd ji ezmûnên hikûmeta herêma Kurdistanê werbigrin
![Parêzgerê Nînowa: Divê em sûd ji ezmûnên hikûmeta herêma Kurdistanê werbigrin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/a82dcc19e66e237ef0cfa0c1256fb7e2_L.jpg )
Parêzgerê Nînowa Necîm Cibûrî ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragehand, pispor nirxê ku ziyanên ku DAIŞê li parêzgeha Nînowa dane wek 15 milyar dolar pênase dikin.
Necîm Cibûrî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir sûd ji ezmûnên herêma Kurdistanê wergire û bo avadaniya bajarê Mûsil, bajar û bajarokên din ên Nînowa, wek hikûmeta herêma Kurdistanê berê xwe bide hilberînê.
Parêzgerê Nînowa diyar kir, ku bo avadaniya bajar û bajarokên parêzgehê pêwîstiya wan bi 7 milyar dolar pare heye.
Basnews