• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kazimî derbarê xwepêşandanên li Silêmaniyê daxuyaniyek da

Gulan Media December 12, 2020 Nûçe
Kazimî derbarê xwepêşandanên li Silêmaniyê daxuyaniyek da
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê xwepêşandanên beşek li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Bi kûrî hevsoz im li gel xem û janên xelkê me li Herêma Kurdistanê, bi taybetî bajarê Silêmaniya çiya, rewşenbîrî û resenayetî.”

Kazimî dibêje, hêrsa xwepêşanderan bi sedem e, “ji ber ku berhema gelek salan û bi dehan salên berê ye” û amaje bi wê jî dike, “Em bi cidî kar dikin li ser şayesteyên gel li bajarên Iraqê.”

Peyama Kazimî di demekê de ye ku, îro, 11.12.2020, li navenda bajarê Silêmanî û beşek navçeyên wê xwepêşandan birêve çûn. Li Silêmanî, Ranye û Germiyan alozî di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de çê bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmanî, ragihand ku hêzên emnî bi teqe hewl dan xwepêşanderan belav bikin.

Li Silêmanî ji ber xwepêşandanan heta niha zêdetir ji 10 kes hatine desteserkirin û li gor zanyariyan sozname bi wan tê îmzekirin ku careke din xwepêşandanan bi rêk nexin.

Xwepêşander daxwaza mûçe û jiyaneke baştir dikin û herwiha li gel birêveçûna xwepêşandanan şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li Bexdayê ye û li gel aliyên siyasî dicive bo ku li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk were.

Rudaw
Top