• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir

Gulan Media December 12, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 68.mîn salvegera damezrandina Yekitiyê Afretên (Jinên) Kurdistanê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragehand; Pîrozbahiyên herî germ pêşkeşî sekreter û hemû endamên Yekitiya Afretên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Barzanî got; Yekitiya Afretên Kurdistanê û jinên Kurdistanê bi giştî jî beşdariyeke diyar û bi bandor di Tevgera rizgariya gelê Kurdistanê de pêkanîne û di qonaxên cuda yên şoreşê de berdewam pişetvaniyeke bihêz bo Pêşmerge û xebata me ya netewî û mafên jinên Kurdistanê de kirine. Ji ber wê jî rêz û pêzanînên xwe ji bo xebat û tekoşîna Yekitiya Afretên Kurdistanê dinêrim ji ber rijdbûna wan a mafên jinên Kurdistanê de.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir, Di xebatên wan ên ji bo dadperwerî, wekhewî û pêşxistina hestên niştimanî û nehiştina tundiya civakî de hêviya berdewamî û serkeftinê bo wan dixwazim.

Basnews
Top