• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Zaxo navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê destbi kar dike

Gulan Media December 12, 2020 Nûçe
Li Zaxo navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê destbi kar dike
Li navçeya Zaxo ya Duhokê navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê destbi kar dike.

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya Twitterê belav kiriye ku îro li Zaxo navenda wergirtina vîze dikeve kar.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Tirkiyê de hatiye diyarkirin, armanc ji vekirina wê navendê ew e, welatî bikaribin bi awayekî bileztir û hêsantir daxwaza wergirtina vîze bo serdankirina Tirkiya bikin.

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî li hejmara xwe Twitterê ragihand, “Hemwelatiyên Iraqê dihatin Duhokê û serlêdana vîzeyê dikirin, lê bi vekirina vê navendê pêwîst nake bên Duhokê û dê bikarbin li Zaxo serlêdana xwe bikin û pasaportên xwe jî bi rêya kompaniyê werbigirin.”

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ew dê karê berfirehkirina navendên wergirtina vîzeya Tirkiyê berdewam bikin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew navenda vîze ya bi rêya kompaniya Gateway Management, îro destbi kar dike.
Top