• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şandiyê Amerîkayê: Divê kesên ne Sûrî ji bakur rojhilatê Sûriyê derkevin

Gulan Media December 11, 2020 Nûçe
Şandiyê Amerîkayê: Divê kesên ne Sûrî ji bakur rojhilatê Sûriyê derkevin
Şandiyê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê dibêje, “Axaftinên Mezlûm (Kobanî) gelek girîng in û divê kesên ne Sûrî ji bakur rojhilatê Sûriyê derkevin.”

Şandiyê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê Joel Rayburn mêvanê Senata Amerîka bû. Joel Rayburn di civînê de behsa Rojavayê Kurdistanê, HSDê û gelek mijaran kir.

Joel Rayburn bersiva pirseke girêdayî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî da.

General Mezlûm Kobanî berî niha aşkere kiribû ku proseya vekişîna kadroyên ne Sûrî ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Li ser vê mijarê Joel Rayburn got, ew daxuyanî gaveke girîng e û divê kesên ne Sûrî ji wê navçeyê derkevin.

Şandiyê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê got, “Em dibînin ku gaveke avakirinê ye ji bo hemû aliyê bakur rojhilatê Sûriyê, daku alozî li Sûriyê were kêmkirin ku sedem kesên ne Sûrî ne, divê ji Sûriyê der kevin.”

Rayburn got, “Divê ew kesên ne Sûrî, xelkê Sûriyê û axa Sûriyê bi kar neynin ji bo êrîşan li dijî xelkê Sûriyê an derdorê bikin. Axaftinên Mezlûm gelekî girîng bûn derbarê vê yekê, em dixwazin gelekî alîkar bin ji bo hevahengên xwe ku bikaribin kesên ne ji Sûriyê derkevin.”

Endamekî kongiresê derbarê girêbesta petrolê ya kompaniya amerîkî Delta Crescent Energy li gel Rêveberiya Xweser jî pirsek arasteyî Rayburn kir.

Herwiha Kongrêsman ji Rayburn re behsa civîneke wî û Jemes Jeffrey ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir derbarê wê girêbesta petrolê de.

Rayburn eşkere kir, ji bo alîkarîkirina xelkê wê navçeyê (Rojavayê Kurdistanê û navçeya Rêveberiya Xweser) girêbest hatiye kirin û got, ew navçe rastî şer hatiye û wêran bûye û divê her tişt jêre bê kirin.


Şandiyê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê got, “Me rênimayên taybet yîn siyaseta xwe ya derve li gor wê rêkeftinê belav kirin. Herwiha Wezareta Gencînê molet bi wê kompaniyê da û me jî piştevaniya wê kir, ji ber ku em piştevaniya aboriya bakur rojhilatê Sûriyê dikin. Em hewl didin aboriya wê vejînin û li ser piyan bihêlin. Navçeyên wan bi temamî herifîne ji ber ku çendîn sal e şer tê de heye.”

Rudaw
Top