• Wednesday, 03 July 2024
logo

Çapemeniya PKKê bi aşkerayî bangeşeyê bo têkdana rewşa herêma Kurdistanê dike

Gulan Media December 11, 2020 Nûçe
Çapemeniya PKKê bi aşkerayî bangeşeyê bo têkdana rewşa herêma Kurdistanê dike
Çapemeniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hemû şiyana xwe ve piştevaniyê ji deste û taxima xwefiroş û parlamenterên hewkarên Bexdayê dike û bi aşkerayî bo têkdana rewşa herêma Kurdistanê hewl dide û di wê çarçoveyê de jî dest bi alîgirî û kesên bi maske yên ser bi PKKê ne dike û wan teşfîq dike bo xelkê li xwe zêde bikin. Heta naha bi dehan binkeyên PDKê û alîgirên din yên li devera Silêmaniyê hatine şewitandin û hejmarek zêde saziyên fermî û arşîvên tapo û hatûçûn û fermangehên cuda cuda û malên berpirsên îdarî êrîş li ser hatiye kirin û hatine şewitandin. Ji bo têkdana rewşa herêma Kurdistanê hemû manşet û naverokên raportên nûçeyên ser bi çapemeniya PKKê jî xizmetê ji wê armancê re dike.

Vê derbarê de siyasetmedarê bakurê Kurdistanê û birayê rêberê PKKê yê girtî Ebdula Ocalan, Osman Ocalan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tişta PKK dike, ezmûneke xelete û bi wî awayî ne PKK qazanc dike û ne jî rewşa herêma Kurdistanê baş dibe.’’

Herwaha diyar kir PKK dixwaze ezmûnê xwe yê şikestî li bakur û rojavayê Kurdistanê ceribandiye, li Silêmaniyê jî biceribîne, lê ‘’Ti encamekî nagre û nabe Silêmanî bib qurbana siyaseta xelet a PKKê.’’

Nivîskar û rojnamevan Cemal Ebdula jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belge heye ku PKK li devera Silêmanî tundî bikaraniya û beşdarbûne di avêtina ser saziyên giştî û xelk jî tehrîk û teşfîq kirine bo tundiyê.’’

Herwaha got, PKK tişta dike û di çapemeniya xwe de jî aşkerayî bangeşeyê bo tundiyê û têkdana rewşa herêma Kurdistanê dike û got: ‘’Ya heq ew e wan reftarên ku wan çend rojên borî de PKK dike, wan kesan biveciniqîne ku dostayî û hevpeymanî li gel PKKê dikirin.’’

Cemal Ebdula ragehand, ew partiyên heta naha dostaniya PKKê dikirin, naçarin bi siyaseta xwe berçav re derbas bikin û sînor bo wan xeletiyên stratejîk daynin, ku çend sale têketinê. ‘’Eger hevpeyman û dost û hevpeymanê wan partiyane, çawa rê dide xwe, endamên wê bo şewitanidna binkeyekî rêbike û xelkê din palbide bo heman karî bikin.’’

Basnews
Top