• Wednesday, 03 July 2024
logo

Qasim Erecî: Nabe rizqê welatiyan bibe qurbaniya milmilaniya siyasî

Gulan Media December 11, 2020 Nûçe
Qasim Erecî: Nabe rizqê welatiyan bibe qurbaniya milmilaniya siyasî
Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Bexdayê ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê civiya û her du aliyan tekezî li ser vegerandina mafên welatiyên Herêma Kurdistanê kirin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di civînê de diyar kir: “Nabe rizqê xelkê bibe qurbaniya milmilaniya siyasiyan.”

Qasim Erecî di civîna ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destnîşan kir: “Nabe nakokîû ciyawaziya fikr û ramanan bandorê li ser rizqê welatiyan bike.”

Erecî herwiha got: “Hêza Herêma Kurdistanê, di berjewendiya Bexdayê de ye.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di civînê de diyar kir: “Nakokiyên siyasî bandoreke mezin li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye. Divê li ser çareserkirina kêşeyan xebat were kirin û mafên welatiyan werin dayîn.”

K24
Top