"Piştî 6 mehên din Demîrtaş tê azadkirin"
![](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552069Image1.jpg )
Wekîlê Fraksiyona IYI Partî Lutfu Turkkan li parlamentoya Tirkiyê kongreyeke rojnamevanî saz kir û behsa dawîn pêşhatên siyasî kir.
Di wê kongreya rojnamevanî de Lutfu Turkkan amaje bi zêdebûna nexweşên Coronayê kir û got ku tedbîrên hatine wergirtin kêm in û diyar kir, “Em bi desthilatekê re rûbirû ne ku li mirovan bûye jehr.”
Turkkan behsa rewşa xerab a aboriya Tirkiyê jî kir û got, “Divê hikûmet mûçe bide 9 milyon kesan” û tedbîrên zêdetir werbigire ku ev zivistan xerabtir derbas nebe.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh di gotareke xwe de behsa Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kiribû û derbarê egera azadbûna wî de gotibû, “Em nahêlin rê li ber Demîrtaş vebe.”
Wekîlê Fraksiyona IYI Partiyê jî dibêje, Erdogan “çi bêje, berevajî wê dike” û amaje bi azadkirina qeşe Brunson û rojnamevan Denîz Yucel kir “Brunson jî wek terorîst binav kiribûn, lê ew heta ber derî oxir kirin. Ji Denîz Yucel re jî gotibûn terorîst û ew jî bi fermana Merkel azad kirin. Brunson jî bi fermana Trump berdan.”
Di dewama gotinên xwe de Turkkan got, “Hûn dê bibînin her kêm piştî 6 mehên din Selahattîn Demîrtaş dê bê berdan. Hikûmeta AK Partiyê dê Demîrtaş azad bike û pêşwazî lê bike. Bila gumana ti kesî nebe.”
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê di girtîgehê de ye.
Rudaw