• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Amerîkayê kir

Gulan Media December 10, 2020 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Amerîkayê kir
Amerîka berdewam dibe li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge.
Roja çarşem 09.12.2020 Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê karubarê Rojhilata nêz David Schenker û balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller û Robert Waller Konsulusê Amerîka yê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê behsa rewşa dawî ya deverê hate kirin û alîkarê wezîrê derve yê Amerîka yê bo karubarê Rojhilata nêz piştîvaniya welatê xwe ya ji bo parastina pêgeha herêma Kurdistanê anî ziman û herwiha tekez li ser berdewambûna Amerîkayê ya bo hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge kir.

Şanda mêwan piştgîriya Amerîkayê ya ji bo berdewambûna danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda de yên bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûrê de diyar kir.

Peywendiyên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top