• Wednesday, 03 July 2024
logo

Biden Wezîrê Berevaniyê destnîşan kir: "Dijmin jê ditirsin"

Gulan Media December 10, 2020 Nûçe
Biden Wezîrê Berevaniyê destnîşan kir:
Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Wezîrê Berevaniyê yê bo 4 salên bê bi fermî destnîşan kir û di gotareke taybet de got, “Dijmin ji Lloyd Austin ditirsin û hevpeyman hê hez dikin.”

Joe Biden, Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê, destnîşankirina Lloyd Austin bo postê Wezîrê Berevaniyê, wek “kesekî guncaw di demeke guncaw de” binav kir û got, fermandar Austin, serpereştiya çendîn hevpeyman û şerê dijî terorê kiriye û di wan deman de jî karên xwe li ser bingeha dîplomasiya rasteqîn encam dane.

Joe Biden her di stayişa Wezîrê Berevaniyê yê nû de got, “Di dîroka Amerîkayê de Lloyd Austin beşdarî di hinek rewşên gelek aloz ên serbazî de kiriye” û diyar kir ku Austin “di vegerandina bi dehan hezar serbazan de bi selametî” rol hebûye.

Lloyd Austin di dema serokatiya Barack Obama de, Fermandarê CENTCOMê bû û heyamekê jî fermandariya hêzên Amerîkayê dikir li Rojhilata Navîn û niha xanenişîn e.

Lloyd Austin sala 2003an Fermandarê Hêzên Amerîkayê bû dema ku êriş birin ser Bexdayê.

Lloyd Austin Kanûna Yekem a 2008an serdana Hewlêrê kir bo beşdarîkirina di merasîmeke serbazî de li gel hêzên Koreya Başûr.

Austin 8ê Tebaxa 1958an li wîlayeta Alabama ji dayîk bûye, 41 sal ximzeta serbazî heye û sala 2016an xanenîşîn bûye. Ji bo ku Austin bikare bibe Wezîrê Berevaniyê pêwîstiya wî bi rezamendiya Encûmena Pîran heye.

Ji ber yasaya Federalî kesên leşker, divê 7 salan piştî xanenişîniyê li mal bimînin, da ku bikaribin beşdarî karê siyasî di Pentagonê de bikin, lewma pêwistiya wî bi biryareke taybet ji Encûmena Pîran heye. Li gor wê yasayê, divê kesekî sivîl Wezareta Berevaniyê werbigre.

Lloyd Austin di şerê Iraq û Efxanistanê de û piştî 2012an jî di dariştina stratejiya şerê dijî DAIŞê de rol hebû û xwediyê 17 xelatên serbazê yên rêzlêgirtinê ye.

Pêşbirka li ser wergirtina wî postî di navbera Michele Flournoy û Lloyd Austin de bû. Eger Flournoy ew post wergirtiba dibû yekem jin di dîroka Amerîkayê de ku ew post wergirtiye û eger Austin wergire, ew jî dibe yekem kesê reşpîst ku di dîroka Amerîkayê de ew post wergirtiye.

Rudaw
Top