• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokê herêmê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir

Gulan Media December 10, 2020 Nûçe
Serokê herêmê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir
Behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhlata nêz David Schenker kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, encamên Koronayê, rewşa darayî ya Kurdistan û Îraqê, serhildana terorê û êrîşên terorîstên DIŞIê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gel Amerîka û welatên cîran, rewşa awareyan û xwepîşandanên li çend bajar û bajarokên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Her du alî tekez li ser domandina hewldanên heyî yên bo reforman û zêdetir kirina çavkaniyên dahatê li Îraq û Kurdistanê kirin.

Şanda Amerîkî diyar kir ku hana kompaniyên kerta taybet yên Amerîkayê didin ku li Kurdistan û Îraqê de karên xwe zêdetir bikin.
Top