• Wednesday, 03 July 2024
logo

Erdogan îro li Azerbaycanê beşdarî di merasima serkeftina Kabaraxê de dike

Gulan Media December 9, 2020 Nûçe
Erdogan îro li Azerbaycanê beşdarî di merasima serkeftina Kabaraxê de dike
Serokatiya Tirkiyê ragihandiye, îro Çarşemê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Azerbaycanê dike û du rojan li vî welatî dimîne, Erdogan li Azerbaycanê beşdarî di merasima serbazî ya taybet bi serkeftina Azerbaycanê de ya bi helkefta kontrolkirina herêma Nagorno Karabaxê dike.

Berdevkê AK Partiyê, Omer Çelîk roja Sêşemê 8ê Kanûnê piştî civîna Navenda Birêvebirin û Biryarê ya AK Partiyê di konferanseke rojnamevanî de behsa serdana Erdogan bo Azerbaycanê kir û weke “serdaneke dîrokî” bi nav kir û ragihand: “Serokomar beşdarî di merasimekê de dike ku spasiyeke bo serbazên Azerbaycanê. Ev serdan gelek giring e ji bo dubarekirina biratiya navbera Tirkiyê û Azerbaycanê.”

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê jî daye xuyakirin, ku Erdogan rojên 9 û 10ê Kanûnê serdana Azerbaycanê dike û sibe Pêncşemê 10ê Kanûnê beşdarî di merasima serkeftina Azerbaycanê di şerê herêma Nagorno Karabaxê de dike.

Omer Çelîk herwiha amaje bi beşdariya Tirkiyê di çavdêrîkirina agirbesta li herêma Nagorno Karabaxê jî kir û ragihand, karê avakirina navendeke hevbeş a Rûsya-Tirkiye bo çavdêrîkirina agirbestê berdewam in û amadekarî jî tê kirin, daku serbazên Tirkiyê li vê derê dest bi erkê xwe bikin.

Di şerê vê dawiyê yê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, Tirkiyê bi her awayî piştgirî li Azerbaycanê kir û firokeyên dron ên ji corê Bayraktar ên Tirkiyê roleke giring di serkeftina Azerbaycanê de hebûn.

Şerê wê dawiyê yê Azerbaycan û Ermenistanê roja 27ê Îlonê destpê kir û roja 10ê Mijdarê bi îmzekirina rêkeftina agirbestê ya sê alî di navbera Azerbaycan-Ermenistan-Rûsya de bi dawî hat.

Di şerê vê carê de Ermenistanê şikesta xw qebûl kir û di çarçoveya rêkeftina sê alî ya navbera Yerîvan-Baku-Moskow de, qebûl kir ku ji navçeyên Kelbajar, Agdem û Laçînê vekişe. Di dema şer de jî Azerbaycanê navçeyên Fizûlî, Cebrayîl, Hadrut, Zengilan û duyemîn bajarê mezin ê herêma Karabaxê, bajarê Şoşayê kontrol kiribû.

Rudaw
Top