• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Hêj jî hêzên neyasayî ji Şingalê derneketine

Gulan Media December 9, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêj jî hêzên neyasayî ji Şingalê derneketine
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, rêkeftina Şingalê hêj bi temamî nehatiye cîbicîkirin û got, “mixabin hêj hêzên neyasayî li navçeyê hene û berpirsatiya vê yekê dikeve ser mile Bexdayê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, hêzên PKKê yan ewên ser bi PKKê ve ne, ji bo çend demjimêrên diyarkirî baregehên xwe vala kirin û paşê bi cilûberg û yunîformên nû vegeriyane nav Şingalê û “mixabin hinek ji wan di bin navê cuda de di nava saziyên hikûmeta federal de hatine wergirtin.”

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirseke têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand, ew piştgiriya diyalogê dikin, lê tekz kir, “Nabe aliyek ji ber hêz û desthilata xwe, xwe li ser aliyên din bisepîne.”

Mesrûr Barzanî got: “Em piştgiriî li her diyalogekê dikin ji bo ku bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya xelkê de be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a konferansa rojnamevaniyê de, behsa hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, “PKK xwe weke alternative hikûmetê dibîne.”

Mesrûr Barzanî amaje bi xwepêşandanên van rojên dawiyê li sînorê herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel xwepêşandanên aştiyane û daxwazên rewa yên xwepêşanderan e, lê rexne li aloziyan girt û got: “Ya ku me di van çend rojan de dît, hin kesan arasteya xwepêşandanê guhertin.”

Têkildarî heman mijarê, Mesrûr Barzanî da xuyakirin, Hin kes hene li ser navê xelkê sivîl diçin nav xwepêşandanan û paşê aloziyan derdixin, ku “ew kes ji aliyekî derve ve tên arastekirin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistan amaje bi wê yekê kir, ku hin kes xewnê bi têkbirina statuya Herêma Kurdistanê dibînin û tekez kir, “xelkê Kurdistanê divê agahdar bin ku planeke ciddî heye bo têkdan an biçûkkirina statuya Herêma Kurdistanê û divê em agahdar û yekgirtî bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, di aloziyên van rojan de, “Pêşmerge bi gulleyê qenas hatiye şehîdkirin û bi RPG û narincok êrîşî baregehan hatiye kirin, ewên wan karan dikin xwepêşander nînin, erkê me tevan e ku rûbirûyê wan bibin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, niha du bere (enî) hene, yek bereya parêzerên Kurdistanê û yan din bereya têkderên statuya Herêma Kurdistanê ne ku bi hemû awayî hewl didin vê statuyê ji nav bibin û got, “Piştrast bin Kurdistan dê ji vê ezmûnê jî bi awayekê serkeftî derbas be.”

Derbarê gotegotên ku têkildarî rêkeftina 50 salî ya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di medyayan de tên gotin jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red kir ku ti rêkeftineke pêşwext a 50 salî ji bo firotina petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hene.

Mesrûr Barzanî têkildarî vê yekê got: “Bi ti awayî rast nîne, kabîneyê berê bi neçarî biryar dan petrolê hinarde bikin, ji ber ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê hatibû qutkirin. Ew girêbesta 50 salî ya ku hinek kes bi nerastî derbarê wê de qise dikin, tenê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê di rêya axa Tirkiyê re ye. Wate ew girêbest li ser boriya petrolê ye ku petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê hinarde dike. Bi ti awayî petrol bi awayekê pêşwext bi Tirkiyê nehatiye firotin û ti rêkeftineke pêşwext a petrolê, ji bilî ya li gel Tirkiyê ya li ser boriya petrolê, li gel ti welatekî din nehatiye kirin.”

Rudaw
Top