Gundewarên Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin
![Gundewarên Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/barantop.jpg )
Bajarokê Zerganê yê li rojhilatê Serê Kaniyê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, hat topbarankirin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, şeva borî derdora bajarokê Zerganê topbaran kirin.
Hêzên Tirkiyê û komên çekdar herwiha gundê El-Ebûş jî li heman navçeyê topbaran kirin.
Hejayî bibîrxistinê ye, du hefteyên dawî êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û bi taybet li derdora Serê Kaniyê û Eyn Îsa û rêya navdewletî ya M4, zêde bûne.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.