• Wednesday, 03 July 2024
logo

Belge diselmînîn ku destê PKKê û derekî di xwenîşandanên devera Silêmaniyê de hene

Gulan Media December 9, 2020 Nûçe
Belge diselmînîn ku destê PKKê û derekî di xwenîşandanên devera Silêmaniyê de hene
Çendîn belge diselmînîn ku deste PKKê û destên derekî di xwepêşandanên devera Silêmaniyê de heye. Çavdêrê siyasî ji Silêmaniyê Sîrwan Hemeşerîf dibêje ji xula yekem kabîneya Herêma Kurdistanê heta niha PKK bûye bela serê xelkê Herêma Kurdistanê.

Ligor ew belgeyên di destê BasNewsê de hene ku ji reye xwepêşandanan hatine bidestxistin diselmînin ku destê PKKê û destên welatên derekî di xwepêşandanên li devara Germiyan û Silêmaniyê hene. PKK û ew destên derekî bi rêya xwenîşandanan navendên baregehên siyasî û hikûmî dişewitînin û êrîşî hêzên emnî dikin.

Çavdêrê siyasî li Silêmaniyê Sîrwan Hemeşerîf di vê derbarê de ji BasNewsê re axivî û da zanîn gelek hokar hene ku niha ew rûdan li Silêmaniyê hene û destên derekî û neyarên Herêmsa Kurdistanê gelek in û guman tê de nîne wan destê wan di van rûdanên têkdanê hene. Herwiha Sîrwan Hemeşerîf dibêje ew parlementerên li Bexdayê xayintiyê dikin jî ji neyarên Kurdistanê re rêxweşker in bo têkdana Herêma Kurdistanê.

Herwiha Sîrwan Hemeşerîf amaje bi wê yekê jî kir ji kabîneya yekem heta niha PKK bûye bela sere xelkê Herêma Kurdistanê û xwe weke neyarê Herêma Kurdistanê nişan daye û ligor yasayan navdewletî mafê Herêma Kurdistanê heye hebûna PKKê li nava Herêma Kurdistanê bi dawî bike û nabe PKK ji ser axa Herêma Kurdistanê êrîşî welatekî cîran bike.

Herwiha Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Eta Serawî jî ji medyayê re aşkere kiribû destê PKK û hêzeke îstîxbarata welatekî cîran di têkdana rewşa Silêmaniyê de heye û ew kes ne xwepêşander diz in û talanker in.

Basnews
Top