Elî Ewnî: Hinek di bin navê xwepêşandanê de dixwazin statûya Kurdistanê lawaz bikin
![Elî Ewnî: Hinek di bin navê xwepêşandanê de dixwazin statûya Kurdistanê lawaz bikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/72981227ec8b3cc37c9b59c653c482df_L.jpg )
Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî li ser aloziyên ku çend roj in li Herêma Kurdistanê hene, ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê di bin gef û tehdîdê de ye. Ji her aliyekî ve hewla nehîştina statûya Herêma Kurdistanê tê dayîn. Di nav wan de tenê PDK ye ku teslîm nebûye û xwe xwedanê Kurdistan û parêzvanê statûya Herêma Kurdistanê dibîne.
Elî Ewnî her wiha got, li devera Silêmaniyê rêveberiyek xelet heye û partiyên desthilatdar yên wê deverê li hember wê rewşê berpirsiyar in. Lê dîsa jî dixwazin hemû kêmasiyan bixin stûyê hikûmetê.
Wî endamê serkirdetiya PDKê li ser êrişên li dijî endam û alîgirên PDKê jî got, dixwazin endamên PDKê bitirsînin. Ev xwepêşandana kûdetaçîyan e. PDKê gelek rojên zehmet dîtiye û dê van rojên zehmet jî derbas bike. Yên ku bixwazin PDKê bişkênin, tenê mandîbûn dê bo wan bimîne.
Elî Ewnî da xuyakirin ku hinek kes dixwazin ji vê rewşê bo hilbijartinan mifayê bibînin û got, armanca wan maf û mûçe nîne, qesta wan xirabkarî ye.
Basnews