• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî peyamek belav kir

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamek belav kir
dibêje lazime xwepîşander xwe ji tundûtîjiyê biparêzin.
Daxwaz ji xwepîşanderan dike nekevin bi bandora aliyên têkder.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanên çend rojên dawî û derketina aloziyan, peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir; di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo derbasbûna ji vê rewşa darayî ya giran ku Herêma Kurdistanê û Iraq û dinya li xwe girtiye, ligel hikûmeta federal a Iraqê jî berdewam e di gotûbêjan de ji bo dabînkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ku mixabin heta niha neşandine.

Mesrûr Barzanî destnîşan dike ku bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye. Loma saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatiyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlihevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre.

Herwiha di peyamê de hatiye ragihandin ku mixabin hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevaniya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û aloziyan didin.
Top