Kifrî- Xwepêşanderek hat kuştin
![Kifrî- Xwepêşanderek hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/038015f6bdc1908da89a17e5ba76207a_L.jpg )
Ligor zanyariyan îşev li bajarê Kifrî weke li bajarên din goya xwepêşandan hatin sazkirin û hewl hate dayîn êrîşî navendên hizban were kirin. Dema xwepêşanderan êrîşî navenda YNKê kirin hêzên emnî teqe li xwepêşanderan kirin û di encamekê de xwepêşanderek birîndar bû û heta bo nexweşxaneyêm hat veguhestin koça dawî kir. Ew gênê koça dawî kriye navê wî Ako Selman e û 22 salî ye.
Ev çend roje xwepêşandan li Silêmaniyê û navçeyên wê saz dibin ligel xwepêşandanên rewa yên xelkê hin kesên di nava xwepêşanderan de ne agir bi navendên hizban dixin û heta niha gelek navendên PDK û hizbên din li van navçeyan hatine şewitandin.
Derbarm tûndiya çend rojan de Berdevkê Tendrustiya Çemçemalê ji BasNewsê re aşkere kir ji ber aloziyan gêncek miriye û çend kes jî birîndar bûne û yek ji birîndaran karmendê emnî ye û fîşek li piyên wî ketiye.
Basnews