• Wednesday, 03 July 2024
logo

Piştî rêkeftina YNKê û erebên hawirde, hêzên Iraqî 24 saet mohlet dan kurdan gundê xwe vala bikin!

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Piştî rêkeftina YNKê û erebên hawirde, hêzên Iraqî 24 saet mohlet dan kurdan gundê xwe vala bikin!
Milîsên şîe û artêşa Iraqê 24 mohlet didin xelkê gundê Pelkane yê bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê da ku gundê xwe vala bikin!

Berpirsê komîteya PDKê li devera Dûbiz ya Kerkûkê, Cewad Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê komek erebên hawirde fişar xistine ser çend malên kurdan li gundê Pelkane yê nahiya Sergeran da ku malên xwe vala bikin.

Cewad Mihemed her wiha got, ew ereb girêdayî Heşda Şeibî ne lê bi kincên sivîl digerin.

Ji aliyekî din, televîzyona K24 ragihand, milîsên şîe û artêşa Iraqê ji xelkê gundê Pelkane re gotine divê di nav 24 saetan de gundê xwe vala bikin.

Beriya niha BasNewsê behsa rêkeftinekê kiribû di navbera YNKê û encumena erebên Kerkûkê. Rêkeftina han roja 2 vê mehê di navbera encumena erebên Kerkûkê û serkomarê Iraqê Berhem Salih û berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê, Heme Sûr Dûşîwanî hatibû kirin.

Yek ji xalên rêkeftinê çareserkirina pirsgirêka zevî û erdên wê deverê bû lê bi rêka qanûn û lihevhatinê, bi şertekî ku mafên ereban parastî be!

YNK di demekî de zevî û erdên wê deverê dike mijara lihevhatina ereban, ku ew zevî û erd yên kurdan in û hemû jî xwedan tapoyên reş in.

Zevî û gundên kurdan yên devera Dûbiz û Daqûqê di dema rêjîma Beis de bi ser erebên hawirde hatibû parvekirin. Lê piştî sala 2003 kurdan zeviyên xwe wergirtibûn. Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 dîsa rewş hat guhertin û heman qanûna rêjîma Beis dubare bû.

Basnews
Top