• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rûsya ji HSDê xwest Eyn Îsa radestî hikûmeta Sûriyê bike

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Rûsya ji HSDê xwest Eyn Îsa radestî hikûmeta Sûriyê bike
Rusya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwestiye ku Eyn Îsayê radestî hikûmeta Sûriyê bike ji bo ku Tirkiyê dawî li êrîşan bîne.

Çavkaniyek Encûmena Leşkerî ya Eyn Îsayê ku nexwestiye nave xwe eşkere bike ji Sarkul Awsatê re gotiyê, du roj berê li baregeha Rûsî ya li Eyn Îsayê efserên artêşa Rûsî û Sûrî bi rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk re hevdîtinek pêk anîne.

Li gor nûçeyê di hevdîtinê berpisên Rûs gotine, “Gefên Tirkiyê cidî ne û ji bo ku ew gef nemînin û dawî li êrîşên Tirkiyê were, divê HSD Eyn Îsa, teslîmî hikûmeta Sûriyê bike û hikûmet her di warê eskerî de hem jî di warê îdarî de birêve bibe.”

Li gorî çavkaniyê, Rûsan gotine weke Hesekê û Qamişlo, li Eyn Îsa jî ala Sûriyê were bilindkirin û hikûmet karûbarê bajêr birêve bibe.

Heman çavkaniyê diyar kir ku HSD ji bo li ser pêşniyarê bişêwirin dem xwestine, heta niha HSD ev daxwaza Rûsan erê nekirye lê tê gotin ku daxwaz bi îhtîmalek mezin dê bê redkirin.

Li gorî Peymana Soçî ya Cotmeha 2019an a di navbera Tirkiyê Rûsyayê de hatiye îmze kirin divê HSD 32 km ji sînor dûr bikeve. Lêbelê Eyn Îsa 37 km dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Eyn Îsa bajarekî stratejîk e, herêma Cizîrê bi Kobanî, Minbic û Helebê ve bi hev girêdide û riya Rodko di nava wî bajarî re derbas dibe.


Rudaw
Top