• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 77 kesên din bi koronayê ketin, 10 jî mirin

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 77 kesên din bi koronayê ketin, 10 jî mirin
heta niha 210 kesan canê xwe ji dest daye.


Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro (Duşemê) 77 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 10 pêketiyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro 77 kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 10 pêketiyan jiyana xwe ji dest da. Mistefa got, kesên bi vîrusa ketine, 45 mêr û 32 jin in.

Her wiha Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku rewşa 7 pêketiyên din baş bû.

Li gorî daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt 7 hezar û 256'an, hejmara miriyan 210 û hejmara kesên baş bûne gihişt hezar û 058'an.

Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top