Li Helebcê konferansa kêmkirina tundiyê li dijî jinan hat lidarxistin
Berpirsa tîma Helebcê ya pirojeya nehîştina tundiyê li dijî jinan li Herêma Kurdistanê, Xêlan Fatîh ji BasNewsê re got, me îro li Helebcê konferansek li dar xist li ser çawaniya kêmkirina tundiyê li dijî jinan.
Xêlan Fatîh her wiha got, me di civînê de şêwazên kêmkirin û nehîştina tundiyê li dijî jinan gotûbêj kir. Her wiha me xelat jî da çend jinên Helebcê ku di warên cuda de serkeftî bûne.
Xêlan Fatîh anî ziman ku wan ji bilî konferansê, çend çalakiyên din mîna belavkirina biroşor, semînar û festîvala fîlman jî pilan kirine û naveroka hemiyan jî kêmkirina tundiyê li dijî jinan e.
Basnews