• Wednesday, 03 July 2024
logo

Erebên hawirde alîkariya DIŞIê dikin

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Erebên hawirde alîkariya DIŞIê dikin
dibêje erebên hawirde hêzê didin terorîstên DIŞIê.
Dibêje hêzên Îraqî nikarin ewlekariya deverê biparêzin.

Berpirsê liqa Xaneqînê ya partiya demokrata Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa ragihandiye ku li deverê Erebên hawirde alîkariya DIŞIê dikin.

Cefer Şêx Mistefa ji basnewsê re gotiye: Li devera Xaneqîn û derdorê ew Erebên hawirde, alîkariya terorîstên DIŞIê dikin û terorîstên DIŞIê jî li ser esasê zaniyariyên ku ji aliyê Erebên hawirdeve ji wan re tên dayîn kiriyarên terorîstî li deverê lidar dixin.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku hêzên Îraqî yên li deverê jî ditirsin û nikarin ewlekariya xelkê û deverê biparêzin.

Mistefa behsa vê yekê jî kiriye ku terorîstên DIŞIê bi şev xwe li dola çemê Sîrwanê vedişêrin û bi şev jî derdikevin û êrîşî ser gundên derdorê dikin.

Mistefa tekez li ser vê yekê kiriye ku ji sedî 98ê Erebên hawirde yên li deverê sunene û bo pêkanîna kiriyarên terorîstî li deverê de hevkariya DIŞIê dikin.

Top