• Wednesday, 03 July 2024
logo

YNK û Rakan Cibûrî li ser azad kirina beşek din ên terorîstên li girtîgehên Silêmaniyê rêkeftin

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
YNK û Rakan Cibûrî li ser azad kirina beşek din ên terorîstên li girtîgehên Silêmaniyê rêkeftin
Encûmena erebî ya Kerkûkê ku parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê Rakan Cibûrî nûnertiya wê dike, li gel şandeyekî malbenda Kerkûkê ya YNKê serdana serokomarê Iraqê kirin û li ser hin xalan rêkeftin ku yek ji wan jî azad kirina beşek din ên terorîstên ereb ên li girtîgehên Silêmaniyê ne.

Li gor daxuyaniya encûmena erebî ya Kerkûkê ku wêneyekî bi dest BasNewsê ketiye, şandeya encûmena erebên Kerkûkê serdana serokomarê Iraqê Berhem Salih kirine û çend daxwazek pêşkeş kirine, piştre jî li ser rêkeftine.

Li gor daxuyaniyê biryar hatiye dayîn dosyaya erebên hatine girtin li herêma Kurdistanê bê çalak kirin û li dû bigerin û çarenivîsa wan aşkera bibe. Demek berê jî çend grubun din ên terorîstên DAIŞê li girtîgehên Silêmaniyê ve radestî Rakan Cibûrî û erebên şovenîst ên Kerkûkê hatin kirin. herwaha budceyek bo nûjen kirin û avadaniya gundên wêran bûyî bê cuda kirin û koçber jî vegerin ser gundên xwe.

Xaleke din jî ê rêkeftinê nehiştina astengî û lez lê kirina balefirxaneya Kerkûkê ye. Biryar hatiye dayîn bi piştevaniya lijneyekî parlamentoyê ve bi çavdêriya hikûmeta federal û Netewên Yekbûyî ve pirsgirêkên navbera pêkhateyan û dabeş kirina desthilatên sînorê parêzgehê bên çareser kirin.

Yek ji xalên rêkeftinê yê din jî çareseriya pirsgirêka erd û zeviyên kiştûkaliya sînore ku xwedê girawî li gor yasa û çarenivîsa tewafûq ango li gor lihevkirin çêbibe, bi mercê ‘’mafê pêkhateya ereb tê de parastî be’’ Lê zeviyên kiştûkaliyên sînor milkê kurdanin û li bendewariya proseya ereb kirina Kurdistanê de erebên tên anîn li navçeyê bicîh dikin û naha xwe bi xwediyê wan zeviyên kurdan dizanin.

Peyama encûmena erebî li Kerkûkê waha ye:

Basnews
Top