Vekolerê kurd Adil Baxewan: Iraq dê bi fermî îflasa xwe ragehîne
![Vekolerê kurd Adil Baxewan: Iraq dê bi fermî îflasa xwe ragehîne](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/2434fdde267c965badc7079bb8f4e64f_L.jpg )
Nivîskar û vekolerê kurd Adil Baxewan, ku li Fransa ye, li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, ne niha û ne jî di paşerojê de Hewlêr û Bexda nikarin rêkeftinên navbera xwe bicîh bînin.
Adil Baxewan her wiha gotiye, li gorî pîvanên zanista siyasî, Iraq di rêza dewletên şikest xwarî de ye. Ew deverên ku di destê hikûmeta Iraqê de ne, di warên aborî û asayiş û xizmetguzarî, derfeta kar û geşbûnê de mîna Somalî, Çad û Zîmbabwê ne.
Wî vekolerê kurd daye zanîn jî, li gorî hinek navendên cîhanî mîna Banka Cîhanî, Sindoqa Dirav ya Cîhanî (MIF), bi îhtimalek mezin dewleta Iraqê dê bi fermî îflasa xwe ragehîne. Ji ber wê jî li Bexdayê hewla dîtina çareseriyê mîna wê ye mirov li serabê bigere.
Bi gotina Adil Baxewan, Herêma Kurdistanê jî di kirîzeka kûr de ye û divê li çareseriyeka cidî bigere.
Basnews