Tirkiyê sînorê Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir
![Tirkiyê sînorê Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/551399Image1.jpg )
Hacî Husên, niştecihekî gundê Banka Jor ji Rûdawê re ragihand, derengiya şeva bihorî firokeyên Tirkiyê derdora gundê Banka jor bombebaran kirin û otomobîlek kirine armanc, lê zirarên êrîşê nehatine zanîn. Bi gotina wî akinciyê gund, ji ber bombebaranê elektrîka herdu gundên Banka Jor û Banka Jêr hatiye birîn û camên pencereyên hin malan şikestine.
Rêveberê Bajarokê Batîfayê, Dilşêr Ebdulsitar jî ji Rûdawê re ragihand, zanyarî gihîştine wan ku firokeyên Tirkiyê nêzîkî gundên Banka Jor û Banka Jêr bombebaran kirine û di encamê de elektrîka wan gundan qut bûye.
Dilşêr Ebdulsitar diyar kir, ti zirareke canî çê nebûye, lê zirar gihîştiye elektrîka wan gundan û malên çend hemwelatiyan. Rêveberê Bajarokê Batîfayê destnîşan kir, îro em dê tîmên xwe bişînin wan gundan daku bi diristî ziraran bizanin û kêşeya elektrîkê jî çareser bikin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di twîtekê de ragihandiye, li Heftanîn û Zapê li “Bakurê Iraqê” piştî çavdêrîkirin û keşfa li herêmê di encama operasyoneke esmanî de 11 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Derbarê vê êrîşa esmanî û îdiaya kuştina gerîlayan de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.
Rudaw