• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şanda Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên ENKS û PYNK destpê dikin

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Şanda Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên ENKS û PYNK destpê dikin
Du serkirdeyên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) ragihandin, nûnerên Amerîkayê gihîştine Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de dê danûstadinên navbera herdu aliyan destpê bikin.

Herdu endamên ENKS û PYNK Fesla Yûsif û Salih Gedo beşdarî programa Çavê Sêyem ya Radyoya Rûdawê bûn û derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên têkildarî wan danûstandinan axivîn.

Fesla Yûsif û Salih Gedo diyar kirin, nûnerên Amerîkî gihîştine Rojavayê Kurdistanê û di demeke nêzîk de danûstandinên navbera ENKS û PYNKê destpê dikin.

Fesla Yûsif endama şanda ENKSê ji bo danûstandinan got, nûnerên Amerîkayê bi wan re ketine peywendiyê û gotine ku dê xûleke din a danûstandinan destpê bike.

Endamê şanda PYNK Salih Gedo jî eşkere kir, ku di demeke nêzîk de dê danûstandin destpê bikin.

Herdu endamên şandên danûstandkar tekez kirin, ku nûçeyên derbarê rawestandina danûstandinan de ne rastin û tenê ji ber amadenebûna aliyan, ew danûstandin bi awayekê demkî hatibûn paşxistin.

Her du aliyan daxwaz kirin, daxuyaniyên ku ziyanê digihînin van danûstandinan neyên dayîn.

Berî çend rojan Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî (Kobanî) jî ragihandibû, ji ber ku ev demeke şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li derve ye û nûnera Amerîkayê jî ne amade ye, wan bi awayekê demkî navber dane danûstandinan û hêvî kiribû, dema hemû alî amade bin, careke din danûstendin destpê bikin.

Mezlûm Kobanî herwiha diyar kiribû, gelek tiştên girîng hatine kirin û pirsgirêkên siyasî hatine çareserkirin û tekez kiribû, di derbarê Rêveberiya Xweser de, ew gihiştine nerîneke hevbeş.

Roja 3ê Kanûnê, Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî ji Rûdaw re ragihandibû, ji ber daxwaza ENKSê ya 50 bi 50, danûstandin rawestiyane û gotibû, Rojavayê Kurdistanê ne kompaniyake ku di navbera partiyan de were parvekirin û ji derveyî herdu aliyên PYDê û ENKSê, partiyên din jî hene û nabe ew bêne piştguhkirin.

Endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso jî roja 4ê Kanûnê derbarê danûstindinên Kurdî-Kurdî de ji Rûdawê re ragihandibû, ENKSê ti astengiyan li pêşiya danûstandinan dernaxe û ew hêvî dikin, di demeke nêzîk de ew danûstandin destpê bikin. Silêman Oso got, “Ji aliyê me ve ti astengî tune ne û em çaverê ne danûstandin dest pê bikin. Danûstandinên aliyên Kurdî derfetek zêrîn e ji bo gelê me.”

Herdu aliyên ENKS û PYNK heta niha du qonaxên danûstandinan bi dawî kirine û gihîştine rêkeftinê, lê qonaxa sêyem a danûstandinan hêj maye.

Roja 17-05-2020 bi serpereştiya şandiyê Amerîkayê William Roubak û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kiribûn.

Herdu aliyan di wê rêkeftinê de tekez kiribûn ku Sûriyê dewleteke serwer û sîstema wê federalî be û mafê hemû pêkhateyan tê de parastî be, doza Kurdî bê çareserkirin û cografya neteweya Kurd ji aliyê siyasî û cografî ve yekgirtî ye.

Herweha di wan 5 xalan de hatibû eşkerekirin, îtîrafa destûrî bi mafê neteweyî yê rewa yê Kurdan li gor peymanên navdewletî bê kirin û Lêvegereke Kurdî were avakirin ku hemû aliyên siyasî û nûnerên civakê tê de beşdar bin.

Herdu aliyan li ser avakirina Lêvegera Kurdî ya Billind ku pêştir jê re dihat gotin Lêvegera Siyasî lihev kiribûn û li gor rêkeftinê; ji sedî 40 ENKSê, ji sedî 40 PYNK û ji sedî 20 jî ji partiyên derveyî herdu aliyan dê derbasî Lêvegerê bibin, ku ji wê rêjeyê ji sedî 10 ji aliyê ENKSê û ji sedî 10 jî ji aliyê PYNKê ve dê bêne destnîşankirin.

Li gor lihevkirinê biryara îdareya nû di destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de be, siyaset û stratîjiya Kurdî li Sûriyê destnîşan dike, biryara leşkerî di destê Lêvegerê de dibe, awayê nûneriya Kurdan li ser asta navdewletî destnîşan dike, vegerandina koçberan ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, komîteyên cur bi cur weke leşkerî û aborî bêne avakirin. Herwiha li gor lihev kirinê bernameya navxwe ji bo Lêvegera Kurdî a Billind datîne.

Rudaw
Top