• Wednesday, 03 July 2024
logo

Şervan Derwîş: Li her cihê ku çekên me digihê em bersiva êrîşên Tirkiyê didin

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Şervan Derwîş: Li her cihê ku çekên me digihê em bersiva êrîşên Tirkiyê didin
Cîgirê Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û berdevkê vê encûmenê, Şervan Derwîş ji Rûdawê re got, Tirkiye û çekdarên girêdayî wê rojane gundên li bakurê Minbicê topbaran dikin û hêzên wan jî bersivê didin.

Di van rojên dawî de, êrîş û topbarankirina gundên Minbicê ji aliyê Tirkiyê grûpên çekdaran ve zêde bûne.

Cîgirê Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û berdevkê vê encûmenê, Şervan Derwîş ji Rûdawê diyar kir, piraniya êrîşan bi topxane, tank û çekên din ên giran tên pêkanîn û da xuyakirin, Encûmena Leşkerî ya Minbicê li hember wan êrîşan “mafê xwe yê bersivdanê bikar tîne û li gor îmkanên xwe bersiva êrîşan dide.”

Şervan Derwîş got, “li cihên ku çekên me digihin, hêzên me bersivê didin û li cihên ku çekên me nagihin, em bersivê nadin.”

Cîgirê Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê têkildarî awayê ragirtina balansa di navbera hêzên cor bi cor ên li herêma Minbicê û derdora wê de jî da xuyakirin, “berî ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Minbicê vekişin, navendên me yên hevkariyê li gel Hevpeymaniyê hebûn û têkiliyên me bi navenda hemahengiyê re jî hebû. Piştî ku hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniyê ji vir vekişiyan, niha rojane hemahengiya me bi hêzên Rûsî re heye, li derveyî vê hêzên rejîmê (Sûriye) li ser xetê digerin, hemahengiya me ya herî zêde, eger pirsgirêkek me bi rejîmê re derkeve, bi rûsan re ye. Em dikarin bêjin, niha piraniya hemahengiya me û danûstandina me li gel aliyê Rûs e.”

Bi gotina Şervan Derwîş, ji ber ku Rûsya dewleteke garantor e li herêmê, ew weke Encûmena Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên ku tê kirin, bi hêzên Rûsî re di nava hevkarî û hemahengiyê de ne û ew agahiyan didin wan.

Derbarê helwêsta hêzên Rûsya li hember êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê bo ser Minbicê jî, Derwîş dibêje, “hin caran destwerdanê dikin û hin caran jî dengê xwe nakin, lê bi giştî helwêsta wan têrê nake ku êrîşên Tirkiyê rawestîne.”

Wî rayedarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir, piştî vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî rewşa herêmê di warê siyasî û ewlehî de jî seqamgîr e û got, “Encûmena Sivîl a Minbicê bajêr birêve dibe û ti hêzên leşkerî destwerdanê di karûbarên sivîl û rêvebirinê de nakin û heman hêza berê (Encûmena Leşkerî ya Minbicê) herêmê diparêze.”

Şervan Derwîş têkildarî awayê belavbûna hêzên Rûsya û Sûriyê li Minbicê jî got, “hêzên Rûsya li serbazgeha Erîma dimînin û hêzên rejîma Sûriyê jî tenê li ser xeta sînorî ne.”


Rudaw
Top