• Wednesday, 03 July 2024
logo

Alî Babacan: Kêşeya Kurd heye û divê ji kurdan were pirsîn!

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Alî Babacan: Kêşeya Kurd heye û divê ji kurdan were pirsîn!
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûn (DEVA) Alî Babacan ragihand li Tirkiyeyê kêşeya Kurd heye pêwîst e ev kêşe li gel Kurdan were axaftin û çare jî bi pêkanîna mafên xwezayî yên jidayîkbûnê tên û rewa ne, pêkan e.

Partiya Devayê piştî kongreya xwe ya 40emîn li bajarê Duzceyê, di hevpeyvîneke taybet a li gel Kurdistan24 de bersiv da pirsên li ser rûdanên siyasî yên li nav Tirkiyê û polîtîkayên derve yên vî welatî.

Serokê Partiya Devayê Babacan aşkere kir her çiqas hikûmeta Tirkiye niha pirsa Kurd înkar bike jî ew hebûna vê pirsê qebûl dikin û hewla çareseriyê didin.

Serokê Partiya Deva Alî Babacan ji Kurdistan24 re got, "Berî her tiştî em dibêjin kêşeya Kurd heye. Hikûmet dibêje tune lê ev bi gotina wan nabe. Bila ji Kurdan bipirsin, ji saziyên sivîl bipirsin ka kêşeya Kurd heye yan na? Lê em dibêjin kêşeyeke wiha heye. Ev mesele di navbera dewlet û Kurdan de ye divê em li nav xwe çareser bikin. Berê ev mesele li gel rêxistinên terorî dihat axaftin lê bi ya min ev rêbazeke xelet e. Ji bo çareserkirina vê jî divê mafên sereke yên însanî ku jidayîkbûnê tên û rewa ne bên nasîn. Li gel zimanê fermî yê Tirkî, divê her kesek bi zimanê dayika xwe bê perwerdekirin. Çimkî em mafê zimanê zikmakî wek mafeke sereke ya însanî dibînin."

Babacan bal kişand ser girîngiya aştiya li ser herêmê û amaje kir ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê.

Babacan got, "Têkiliyên li gel Herêma Kurdistanê û yên li gel Iraqê bo me gelek girîng e û em ehemmiyeteke mezin didin wan pêwendiyan. Em di çarçoveya planeke dûrûdirêj de li pêwendiyên digel herêmê dinêrin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava welatên cîran ên deverê de sînor û hidûdên heyî bê wate ne. Lewre divê hatûçûna mirov û berhemên bazirganiyê jî bê asankirin. Bîr û boçûn û sektora fînansê jî pêwîst e azad tevbigere. Eger ev yek pêk were tu manaya sînoran namîne."

Bi nêrîna Babacan hikûmet destwerdanê darazê dike û li gorî wî divê darizandina Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş bi awayeke bê girtî jî pêkan e.

Derheqê doza Selahaddin Demirtaş de jî dibêje, "Li Tirkiyeyê hikûmet tesîreke mezin li ser darazê dike bi taybetî jî li ser dozên siyasî ev tesir zêdetir dibe. Divê daraz azad û serbixwe be ne gef li darazê bê xwarin ne jî xelat li darazê bê kirin. Der barê hurguliyên doza birêz Demîrtaş de agahiyên min zede nîn e. Lê li gorî gotina hevalên me yên hiqûqnasan, ji bo darizandinê pêdivî bi girtina Demîrtaş nîn e. Prensîba partiya me bi giştî ew e ku heta delîlek bo sucekî neyê dîtin divê darizandin bê girtî be."

Ev demeke di rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de tê behskirin gelek parlamenterên ji AK Partiyê dê derbasî Partiya Devayê bibin. Li ser vê pirsê Babacan got: Di demek nêzîk de em ê deriyên xwe li wan kesan vekin.

Babacan got, "Hama bêjim ji her partiyê, çi parlamenter be, çi serokên şaredariyan be eleqeyeke baş nîşanî partiya me tê dayîn. Em li gel wan di nav pêwendiyê de ne. Me ji wan re got, hinekî bisekinin. Ne niha lê di demek nêz de em ê derî li wan kesan vekin ku wê dexilî partiya me bibin."

Li gorî Babacan sîstema heyî ya Serokkomariyê ji ber ku hemû erk di destê kesekî de ye û hemû biryaran kesekî dide dibe sedema gelek kêşeyan divê erkên birêvebirinê li nav saziyan bên dabînkirin û loma ew girîngiyê didin rêvebiriya xwecihî.

K24
Top