Mehmûd Biro: PKK amade ye Şingalê radestî her aliyekî bikî ji bilî hêza Pêşmerge
Mehmûd Biro ji BasNewsê re axivî û da zanîn redkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji aliyê PKKê ve diyar dike ku PKK li dû cîbicîkirina hin planan e.
Di berdewamiyê jî de Mehmûd BIro dide zanîn her cihê ku PKK lê hebe dibe sedema dagirkeriyê li û wiha got: “PKK li her cihekî hebe metirsiye bo dagirkirina wê dere û penaberbûna xelkê wê dere. Weke ya li Efrîn Û Serêkaniyê û Girêspî rû daye û dûr nîne Kobanî û Eyn Îsayê jî bidin destê Tirkiyê.”
Biro behsa danûstendinên PYDNK û ENKSê jî dike û dibêje heger yekrêziya aliyan siyasî li Rojavayê Kurdistanê pêk nehatibe hokara serekî destêwerdanên Qendîlê ne di nava karûbarên PYDê deye.
Basnews